Time left for the Opening

"Hevdîtinên Profesyonel ên Weşangeriya Stenbolê ya Navneteweyî ya 9emîn" dê di 5ê Adarê da dest pê bikin



"Hevdîtinên Profesyonel ên Weşangeriya Stenbolê ya Navneteweyî ya 9emîn" ya Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkara wê ya Ragihandina Global e û dê di 5-7ê Adarê da ji hêla Yekîtiya Pîşeya Çap û Weşanê ya Tirkiyeyê (TBYM) li Pirtûkxaneya Ramî da bê lidarxistin da ku Stenbol bibe marketeke telîfê.

Bernameya ku tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê jî heye û derfetê dide ku gelek weşangerên neteweyî û navneteweyî bên cem hev, ji 2021ê vir va bi rêbaza hîbrît hem derfeta hevdîtina fîzîkî û hem jî ya online B2B dide beşdaran.

Serokê TBYMyê Mehmet Burhan Genç der heqê bernameya di heman demê da jê ra "Istanbul Publishing Fellowship" jî tê gotin, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got ku welatê îsal fokûs li ser e "Meksîka" ye û lewma di bernameyê da axaftinên li ser wêjeya Meksîkayê dê hebin.

- Armanc peymana 3 hezar pirtûkî ye
Genç, diyar kir ku îsal ji 93 welatan hezar serlêdan ji bo bernameyê wergirtine û diyar kir ku di encama nirxandina lijneya hilbijartinê da 197 jê biyanî û 125 jî Tirk 383 beşdar bi rêya hevdîtinên înternetê dê bibin mêvanên bernameyê.

Mehmet Burhan Genç destnîşan kir ku eleqeya ji bo bernameya ji welatên Rojhilata Dûr û welatên Afrîkayê jî zêde bûye û got, "Îsal ji aliyê hejmara beşdaran ve welatên herî populer Îngiltere, Îtalya, Îran, Misr, Ozbekistan, Azerbeycan in. Ji bo bernameyê hem ji rojava hem jî ji rojhilat daxwazek zêde heye."

Di vê bernameyê de îsal herî zêde bi 29 serlêdanan ji Keyaniya Yekbûyî tê, Endonezya û Misir bi 26 serlêdanan, Îran bi 25 û Meksîka jî bi 24 serlêdanan beşdarî vê bernameyê dibin.

Hevdîtinên dualî dê bi weşanxaneyên cihêreng, nivîskar, wergêr û rayedarên yekîtiya komeleyan yên ji Meksîkayê bên kirin.

Di danişînên ku wê li ser wêjeya Meksîkayî bên nîqaşkirin da, wê çalakiyên çandî yên weke pêjgeha Meksîkî û konserên muzîkê jî bên lidarxistin.

https://www.aa.com.tr/kk/cand-%C3%BB-huner/hevd%C3%AEtin%C3%AAn-profesyonel-%C3%AAn-wesangeriya-stenbol%C3%AA-ya-navnetewey%C3%AE-ya-9em%C3%AEn-d%C3%AA-di-5%C3%AA-adar%C3%AA-da-dest-p%C3%AA-bikin/3148671